Li Stûttgartê bîranîna Dersimê

Li Stûttgartê bi wesîleya salvegera komkujiya Dersimê çalakî hate lidarxistin. 

Di 80'emîn salvegera komkujiya Dersimê de ji bo rêberên berxwedanê çalakiyeke bîranînê hate pêkanîn.

Bi sedan kes tevlî bîranînê bûn û pêşkêşiya wê Alî Gulerkir. Hevberdevkê HDK-A'yê Demîr Çelîk, parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît, Prof. Dr. Îlhan Kizilhan, hunermend Mîkaîl Aslan, Zarîfe Zerîn, Hozan Comerd jî beşdar bûn. 

Di çalakiyê de peykerê ji bo Seyîd Riza hatibû çêkirin hate vekirin. Zarîfe Zerîn û Dogan Demîr ên di çêkirina peyker de keda wan a madî manewî heye axivîn û qala wate û girîgiya peyker kirin.

'ROJ NE ROJA NERAZÎBÛN, BÊDENGIYÊ YE, ROJA SERHILDANÊ YE!'

Hevseroka Komeleya dijberên Komkujiya Dersimê Elîf Taş jî axivî û got, "Divê em hemwelatiyên hev ên li penaberiyê dijîn xwedî li hev derkevin, bi hev re bin." 

Hevberdevkê HDK-A'ê Demîr Çelîk jî axivî û got, "Ez di kesayetiya Seyîd Riza de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bîr tînim. Hişmendiya netewe-dewletê ya sed sal berî niha hê jî didome. Ji bo parastina nirxên civaka exlaqî û polîtîk îro li her devera Kurdistanê, li Bakur, Rojava li çiyayê Kurdistanê ciwanên me têdikoşin û ew rûmeta me ne. Roj êdî ne roja nerazîbûn, bêdengbûnê ye; roj roja serhildanê ye."

Di çalakiyê de mêvan û beşdar jî axivîn û wate û girîngiya rojê nirxandin. Çalakî bi derketina ser dikê ya Mîkaîl Aslan û stranên wî bi dawî bû. Her wiha di çalakiyê de bang hate kirin ku her kes tevlî şeva piştevaniya Efrînê bibin ku wê 25'ê Mijdarê pêk bê.