Li Stûttgart û Hambûrgê DYA hate protestokirin

Li bajarên Stûttgart û Hambûrg ên Elmanyayê biryara DYA’yê ya ku rêveberên PKK’ê dike hedef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Biryara xelatkirinê ya DYA’yê ya ji bo sê rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan û tecrîda giran a li ser Ocalan li bajarê Hambûrgê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Mîtîng li semta Jûngfertîegê hate kirin. Di mîtîngê de dirûşmên dilsoziya bi PKK û Ocalan re hatin qîrkirin. Çalakiya têde biryara DYA’yê hate şermezarkirin, parlemeterê Partiya Çep Martîn Dolzer axivî û diyar kir ku dixwazin têkoşîna azadiya Kurd bikin qûrbanê îtifaqên qirêj. Dolzer got wê piştgiriya wan a bi Kurdan re bidome.

Di dawiya çalakiyê de banga ku wê roja Şemiyê li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê çalakiyê bikin.

STÛTGART

Li bajarê Stûttgartê jî li dijî tecrîdê li Kerneerplatzê ya li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê mîtîngek hate kirin. Di çalakiya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin de HDK-E û hinek komên çepgir ên Elman piştgirî kir. Her wiha di çalakiyê de biryara DYA û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hatin protestokirin. Çalakvanan bal kişand ser desteka dewleta Elman a ji bo rejîma Erdogan û helwesta Hikûmeta Elman şermezar kirin.