Li Stuttgart û Dusseldorfê jin li dijî tundiyê meşiyan

Li Stuttgart û Dusseldorfê jin li dijî tundiyê meşiyan

Li bajarê Almanyayê Stuttgart û Dusseldorfê  jinên hatîn li gel hev bi wesîleya Roja 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya Jinê xwepêşandan li darxistin.

Li Stuttgart Înîsiyatifa Jinên Kurd û Rêxistinên jinên Alman û Tirk bi slogana “Rûyên ku li himberî jinê tundiyê bi kar bîne hebin berxwedan jî wê hebe” da ketin kolanan. Di meşa ku nêzî 400 jinan têde cih girtî de alên KJB û 3 jinên şoreşgerên Kurd yên li Parîsê hatîn qetil kirin hebûn.

Di çalakiyê de bê navber sloganên “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin, Jiyan Azadî” avêtin û ji bo Rojava alîkarî kom kirin.

Di çalakiyê de Nûnerên Rêxistinên ADKH, Cihana  Jiyan dike, Jina Nû SKB, Courage axivîn û her curê tundiya li ser jinê şermezar krin û destnişan kirin ku, tundiya li ser jinê tê meşandin ji aliyê dewletê ve tê piştgirî kirin.

Nûnerê Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Stuttgart li ber balyozxaneya Fransayê axaftinek kir û 3 Jinên şoreşgerên Kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin bi bîranî û got: “Guleyên ku li jinên şoreşgerên Kurd, Fîdan û Leyla hatîn xistin li hemû jinan hatiye xistin.” Xwest ku komkujiya Parîsê di demek zû de bê ronî kirin.

Meş bi stranê Kurdî yên Koma Berxwedan ya Jinan li  Karlsplatz bi dawî bû.

LI DUSSELDORFÊ MEŞ

Li bajarê Almanyayê Dusseldorfê bi beşdarbûna sedan jinên Kurd yên  li 7 bajaran hatîn bi wesîleya  25’ê Mijdarê meşek li darxistin.

Li ber Navenda Îstasyonê di demjimêr 14:00’an de meşê destpê kir. Di meşê de pankarta “Komkujiya li Parîsê qirkirina jinê ye –ji her curê qirkirina jinê re na” vekirin.

Di meşa ku alên KJB’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî vekirin de, bimitîngekê bidawî bû.

Di mitîngê de peyamên Naveneda Jinan a UTA-AMARA, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa yê û Buroya Jina a CENÎ hatin xwendin.