Di panela ku Tevgera Aştiyê ya Fransa, Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Komaleya Dostaniya Fransa-Kurdistan û DÎDF’ê bi he re organîze kirin de, serenavên “li Rojhilata Navîn Kurd, Şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan, Rewşa Rojava û têkoşîna azadiya Kurd” hatin axaftin.
Endamê Rûmetê yê PE û li ser navê Federasyona Herêmê ya Partiya Komunîst a Fransî Françîs Wûrt di panelê de diyar kir ku li hember serketina Kurdan a li herêmê, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ‘bi dînîtî’ îlana şer kir. Wûrtz destnîşan kir ku destketiyên Kurdan ên hem li Rojava hem HDP’ê hem jî yên bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest xistine hêjayî piştgiriyê ne.
Wûrtz bi bîr xist ku Erdogan pêkhateyên faşîst, paşverû jî girtiye pişt xwe, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojava li dijî hêzên demokrasî û Kurdan şer dike.
‘ERDOGAN TENÊ MAYE’
Wûrtz îfade kir ku tevî di mijara penaberan de tawîz da jî di serî de Merkel, serokên dewletên YE ji Erdogan nefret dikin, heta li herêmê ji bilî Erebîstana Siûdî û Qetarê ti kes bi çavê dostanî li Erdogan nanêre. Wûrtz herî dawî got: “Erdogan megalomanekî nexweş ê ku bi kîna xwe re tenê serê xwe mayî ye.”
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê Tevgera Aştiyê ya Fransa de jî hate gotin ku tiştên Îsraîlî bi Filîstîniyan dike, îro heman tiştî dewleta Tirk li ser Kurdan pêk tîne.
Axaftvanên panelê bi giştî di bangên xwe yên ji bo Fransa û YE de xwestin piştgiriyê ne Erdogan bidin gelan. Alî Riza Yildirim jî li ser navê DÎDF’ê axivî, got: “Têkoşîna Kurdan li herêmê rêya demokratîkbûyînê vedike.”
TORE: EM PIŞTEVANIYA BI KURDAN RE MEZIN BIKIN
Di panelê de li ser navê Komaleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê Nivîskar Pascal Tore jî got demek dirêj li herêmê Kurd bi awayekî plangerî ji aliyê 4 dewletan ji cîhanê hatibûn îzolekirin, lê di vê merheleya gihiştinê de êdî mifta çareseriya Rojhilata Navîn têkoşîna berfireh û pêşverû ya Kurdan e.
Tore bi bîr xist tevî vê rola girîng a Kurdan jî Erdogan destê aştiyê nagire û şer ferz dike, diyar kir ku pêwîst e bi tevgera Kurd û gelê wê re piştgiriyek zêdetir pêş bikeve.