Li Strasboûrgê mîtînga nobeda 'Azadî ji Ocalan re'

Di salvegera pêncemîn a Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, mîtîngek pêk hat.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir û heta roja îro bi rengekî bê navber dewam dike. Bi wesîleya salvegera pêncemîn a nobedê, îro li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin.

Di destpêka mîtîngê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç axivîn û ev çalakiya dîrokî ya pênc sal in didome, silav kirin.

Hat bibîrxistin, ku di nava 5 salan de bi qasî 1500 Kurd û dostên wan cihê xwe di nava çalakiya nobedê de girtin û hat destnîşankirin, çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke girîng e.

'DEMOKRASIYÊ TENÊ JI BO ARAMIYA XWE DIXWAZIN'

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Hafiz Tûrhalli li mîtîngê axivî û ji ber helwesta wan a xemsar, welat û saziyê Ewropayê şermezar kir. Tûrhalli rexne li welatên Ewropayê kir, ku demokrasiyê tenê ji bo aramiya xwe dixwazin û ji welatên Ewropayê xwest, bi berpirsyariya xwe rabin.

Li ser navê PYD'ê jî axaftin hate kirin û hat ragihandin, pêşengê şoreşa Rojava Ocalan e û heta Ocalan azad bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Qiseker ji bo geşkirina têkoşîna li dijî dewletên dagirker, bang kir.

Nûnerê Ciwanên Azad jî destnîşan kir, ku ciwanên Kurd wê ji bo azadiya Ocalan dest ji têkoşînê bernedin. Nûner, bi navê ciwanên Apoyî ji hemû ciwanên Kurd xwest, ku li dijî dagirkeriya faşîst bibin yek.

TJK-E: WÊ BI ÇALAKIYÊ HÊ AFIRÎNER BIDOME

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyanî hate xwendin û çalakiya nobedê ya 5 sal li pey xwe hişt, hate silavkirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û hat bibîrxistin, ji Nîsana 2015'an û vir ve tenê carekê Mehmet Ocalan çûye dîtina Ocalan.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi gumanên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan hate kirin û hat destnîşankirin, cihê tecrîdê di ti hiqûqê de nîne.

Hat ragihandin, ku para dewletên Ewropayê di vê tecrîdê de heye û bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê hate kirin ku bi erka xwe rabin.

TJK-E bal bir ser girîngiya pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û destnîşan kir, her kesên daxwaza çareseriyê dikin divê xwedî li azadiya Ocalan derkevin. Di daxuyaniyê de nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdan e hate silavkirin û hat xwestin, li qadên din jî çalakiyên 'hê afirîner' bên kirin.

Di daxuyaniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de jî hat destnîşankirin, azadiya Ocalan armanca wan a bingehîn e.

Mîtîng hê jî dewam dike. Tê payin, parlamenterên ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li mîtîngê baxivin.

HEVSEROKÊN GELEK SAZIYAN NOBED GIRTIN

Nûnerên saziyên ku di hefteya bihurî roja Duşemê de çalakiya nobedê dewr girtin, ev in: Hevserokên KCDK-E Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahir Koçer, Hevserokê Konseya civaka Demokratîk a Kurdên li Hollandayê (DEM-NED) Aydin Batman, Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê (FEKAR) Metîn Gundaş, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Fatma Nesanir, Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Kasim Ûlûsoy, Nûnerê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Zerdeşt Gunay, Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Delal Rûbar, Nûnerê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek, Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Şengalê Yildiz Aktaş, Nûnerê PYD'ê Bavê Zerdeşt. Her wiha Berdevka Meclîsa Jinan a Freîbûrgê Şadiye Kardaş û Hevserokê Meclîsa Freîbûrgê Yuksel Botan cihê xwe di nobedê de girtin.