Li Strasboûrgê kongreya NCDK'ê pêk hat
Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn, kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk anîn.
Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn, kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk anîn.
Ji bo hilbijartina meclîsa gel a serdema 5. a NCDK a Strasboûrgê, delege û gelek beşdar duh li avahiya komeleyê li hev civiyan.
Kongre, 30'ê Nîsana 2017'an bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê dest pê kir. Piştre rojeva siyasî hate nirxandin û rapora serdema 4. hate xwendin.
Di dawiyê de endamên meclîsa serdema nû hatin hilbijartin û Alî Terzî û Zozan Genç bûn hevserok.
Di kongreyê de ji bo çalakiyên 1'ê Gulanê banga tevlîbûnê hate kirin.