Li bajarê Strasbourg yê Fransayê kesên di komkujiya Gurgum û Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn.
Merasima bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurdan ya Mezopotamyayê pêkhat, Kurdistaniyên li Strasbourg û derdorên wê tevlîbûn. Merasim destpêkê ji bo kesên di komkujiya Gurgum û Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyekê rêz hate girtin.
Piştre siyasetmedarê Kurd Mustefa Sarikaya axaftinek kir. Sarikaya di destpêka axaftina xwe de dewleta Tirk ya komkujiyên Gurgum û Roboskiyê pêkaniye şermezar kir û kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane jî bibîranî. Sarikaya destnîşan kir ku, bi komkujiyan hewil didin tirsê belavbikin, Kurd û Elewiyan ji warên wan derxînin. Sarikaya da zanîn ku, “Li ser vê axê komkujiyên ku negengazin li hemberî mirovahiyê bên hatin kirin. Lê belê ev gelê qedîm, rastî komkujî, bêmafî û surgûna hatibe jî dê ji dîrokê winda nebe. Em dixwazîn bi zimanê xwe, olê xwe, kevneşopiyên xwe û nasnameya xwe li ser axa xwe jiyan bikîn.”
Yek ji şahidên komkujiya Gurgumê Derwêş Kalkandelen jî got, komkujiya Gurgumê komkujiyekî ku bi destê dewletê hatiye plankirine. Kalkandelen piştî komkujiya Gurgumê vegot derbazî komkujiya Roboskiyê bû û da zanîn ku, “AKP çima qetilkirina 34 kesên Roboskiyê aşkera nake? Ji ber ku hevkarê wê ye, bi hev re kirin. Em dê vê faşîzmê birûxînîn. Weke Afrîka, Tinûs û di serhildanên din de çêbûyî.”
Piştî axaftina sînevîzyonekî li ser komkujiya Gurgum û Roboskiyê hate pêşandan.
Li aliyê din jî bi armanca şermezarkirina komkujiya Gurgum û Roboskiyê li Strasbourgê dê 28’ê Kanûnê roja Înê di demjimêr 13.00’an de li ber Balyozxaneya Tirk çalakiyek pêk were.