Li Strasboûrgê bîranîna Şehîdên Meha Gulanê
Şervanên azadiyê û şoreşê yên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi aktivîteyekê hatin bibîranîn.
Şervanên azadiyê û şoreşê yên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi aktivîteyekê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê ve hate lidarxistin, bi beşdariya sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ve pêk hat.
Bîranîn di saet 14:00’an de li lokala NCKD hate destpêkirin. Di bîranînê de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî. Kartal bal kişand ser rola têkoşîna şehîdên meha Gulanê, destnîşan kir ku îro jî bi fedekariyên wan dewam dikin.
Kartal behsa polîtîkayên qetlîamwarî yên dewleta Tirk kir, diyar kir ku wê têkoşîna wan bidome û wê diktatorî têk biçe.
Di aktivîteyê de welatiyên Elman jî mafê axaftinê girtin û fikrên xwe anîn zima. Piştre jî vîdyoyeke li ser şoreşgerên di meha Gulanê de şehîd ketine hate pîşandan.
Piştre ji bo şehîdan xwarin hate danîn.