Li Strasboûrg, Kîel û Toronto desteka ji bo Cizîrê
Li bajarê Elmanya Kîel, bajarê Fransa Strasboûrg û bajarê Kanada Torontoyê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û destek dan berxwedana Cizîrê.
Li bajarê Elmanya Kîel, bajarê Fransa Strasboûrg û bajarê Kanada Torontoyê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û destek dan berxwedana Cizîrê.
Li bajarê Elmanya Kîel, bajarê Fransa Strasboûrg û bajarê Kanada Torontoyê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û destek dan berxwedana Cizîrê.
STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û TJK-E, meşek ji bo destekdayîna berxwedana Cizîrê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên li Meydana Kleberê civiyan, berxwedana gel a li Cizîrê silav kirin û êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan şermezar kirin. Tevî Kurdistaniyên ji bajarên Mulhoûse û bajarê Elmanya Kehlê, KCDE, AKM, ATÎK, DÎDF û Saziyên Dostên Kurdan jî cihê xwe di meşê de girtin. Di axaftina di dawiya meşê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP û Erdogan prova şerê navxweyî dikin, lê belê li hemberî berxwedana bi rûmet a gelê Kurd wê ji holê rabin.
KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê Kurdên li Meydana Asmûs Bremer civiyan, polîtîkayên hov ên dewleta Tirk ên li Cizîrê şermezar kirin. Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Cizîr ne bi tenê ye", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Ferhat Dêrik di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, "Cizîr îro li hemberî neheqî û zilmê li ser piyan e. Di serî de em Kurdên li Ewropayê, divê her kes li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bike." Çalakiya ku gelek belavok le hatin belavkirin, bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
TORONTO: Destekeke din a ji bo berxwedana li Cizîrê, ji Kurdên li bajarê Kanada Torontoyê hat. Meşa ji aliyê Meclîsa Gel a Toronto ve bi vê armancê hat organîzekirin, tevî baranê jî bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat. Di çalakiyê de belavokên li ser polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk û berxwedana Cizîrê hatin belavkirin. Çalakgeran piştî axaftinan sirûda "Çerxa Şoreşê" bi hev re gotin û bi qîrîna dirûşmeyan belav bûn.