NÛ BÛ-Polîsên Fransayê êrîşî çalakgerên li Strasboûrgê kirin
Di çalakiya rûniştinê ya ku li bajarê Fransa Strasboûrgê didome de, polîsên Fransayê provakasyona faşîstekî Tirk kire hincet û êrîşî gel kirin.
Di çalakiya rûniştinê ya ku li bajarê Fransa Strasboûrgê didome de, polîsên Fransayê provakasyona faşîstekî Tirk kire hincet û êrîşî gel kirin.
Îro derdora seat 14:00’an faşîstan heqaret li çalakgerên ku li pêşiya Parlamentoya Ewropayê (PE) di çalakiya rûniştnê de ne kiin. Hate zanîn ku polîs li dijî faşîstên ku bi wesayîtekê hatîn bêdeng bûne.
Polîsên Fransa ku li dijî tehrîkên faşîstan bêdeng mayîn, êrîşî çalakgerên Kurd ên ku dixwestin faşîstan ji qadê dur bixin, kirin.
Li ser nerazîbûna girseyê polîsan gaza îsotê bikar anî û êrîş kirin. Hate zanîn ku di dema êrîşa polîsan de rojnamevanek jî di nav de gelek kes hatine derb kirin. Herî kêm 7 kes bi çop û gaza îsotê ya polîsan birîndar bûne.
Li aliyê din agahî hate danîn ku di êrîşê de 5 kes hatine binçavkirin.
Li cihê bûyerê alozî didome.