Li Stockholmê 'Roja Kobanê ya Cîhanê' hat pîrozkirin

Roja Kobanê ya Cîhanê li paytxta Swêd Stockholmê hat pîrozkirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bessam Îshak jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Roja Kobanê ya Cîhanê li paytxta Swêd Stockholmê hat pîrozkirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bessam Îshak jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê û têkoşîna şoreşê li ber sirûda 'Ey Reqîp' deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî fîlma ku rewşa beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê û piştre berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê vedibêje hate pêşandan. 

Moderatorê bernameyê ji Komîteyên Rojava Erik&Ster diyar kir ku berxwedana li Kobanê bi qehremanî hatiye nîşandan, ne tenê ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn û gelên bindest, di heman demê de ji bo gelên li Ewropa û gelemperiya cîhanê, parazvanên mafên mirovan bûye çavkaniya îlhamê û li gelek deverên cîhanê tevgerên demokratîk û şoreşger lez dane xebatên xwe. 

'BERXWEDANA KOBANÊ ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ GIHAND HEV'

Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm jî diyar kir ku Kobanê li gel êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û nêzîkatiyên welatên cîran, ambargoyê bi serketinê ve derketiye û çeteyên DAIŞ'ê têk biriye. Muslim wiha dewam kir: "Berxwedana Kobanê pîlanên Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, hêzên herêmê, Amerîka û Rûsyayê yên li ser herêmê raxistiye ber çavan. Kobanê di şer de bi ser ket. Ev serketin ne tenê ji bo kurdan ji bo ereb, suryanî-asurî yên li herêmê dijîn e."

Muslîm anî ziman ku berxwedana Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê, Kurdên ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dijîn gihandiye hev, di heman demê de berdêleke giran hatiye dayîn, ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê gelek dildar şehîd ketine.

'TIRKIYE DIXWAZE DEWLETA OSMANÎ JI NÛ VE AVA BIKE'

Muslim bilêv kir ku Tirkiye dixwaze dewleta Osmanî ji nû ve ava bike, dixwaze Rojava, Şengal û Mûsilê bi dest bixe û wiha axivî: "Tirkiye kete Rojava û beşek axa wê dagir kir. Rejîma tirk û Erdogan li Bakur li Şirnex, Silopiya û Cizîrê komkujî kir. Li vir kirinên Erdogan ji DAIŞ'ê cuda nîne."

Muslim got, berxwedana Kobanê nîşan daye ku li herêmê dema gelên kurd, ereb, asurî, suryanî bibin yek dikarin dijmin têk bibin, sîstema li Rojava heta dawî  biparêzin. Muslim spasiyên xwe li gelên Swedê û û yên cîhanê ku piştgirî dan Rojava kir. 

Piştî axaftinê Kurdên Lubnanê armayekî PYD'ê ya çêkiribûn diyarî Muslim kirin.

ROJAVA JI BO HEMÛ GELÊN HERÊMÊ BÛ MODEL

Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bessam Îshak jî anî ziman ku serketina Kobanê tenê ji bo serketinê nebûye sembol, nîşan daye ku divê sîstema Sûriyeyê ya pêşerojê çawa be. 

Îshak destnîşan kir ku gelên li Rojava dijîn bi zimanê xwe yê dayikê, çand û nasnameya xwe ji ber ku wekhev in ser bilind in û wiha got: "Ti ziman û çand li ser ya din serdest nîne. Ji ber vê yekê jî Kobanê û Rojava ji bo gelên herêmê modelek e."

Rojnamevanê Swêdî Joakim Medîn, ku di dma berxwedana Kobanê de li wir bû nêrînên xwe bi beşdaran re parve kir û anî ziman ku di dema berxwedana Kobanê de dîtiye ku DAIŞ çawa rêxistineke terorê ye. 

DIVÊ JI TIRKIYEYÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E

Seroka Forûma Çep a Navneteyewî Ann-Margareth Livh, jî  di bernameya ku serketina Kobanê dihat pîrozkirin de ji ber geşedanên bi fikar ên li Tirkiyeyê diyar ku ew ê bi tiştên li Tirkiyeyê diqewimin dest bi axaftina xwe bike û wiha berdewam kir: "Îro rejîmeke faşîst heye. Li cîhanê qet nebe serokdewletekî welatekî yan jî wezîrekî karên derve derkete holê bigota 'êdî bes e'. Divê hemû hevkariya bi Tirkiyeyê re divê bihata rawestandin. Ev yek nekirin ji bo Swêd û Ewropayê şermek e."

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî destnîşan kir ku şervanên YPG û YPJ'ê bi berxwedana xwe nîşanî hemû cihanê dane ku çeteyên DAIÞ'ê dikarin têk bibin, ew ê wekî Partiya Çep bi gelê Kobanê û Şoreşa Rojava ve di nava têkîliyan de bin û piştgiriyê bidin. 

Hunermendên Kurd Saman Elias û Armanc, arman ên ku derketin ser dikê jî bi stranên xwe ve beşar çoşandin. Hemû korîdorên ku bername pêk hat jî bi wêneyên gerîlayên Kobanê ve hatin xemilandin. 

Di 1'ê Mijdarê de li Stockholmê bi munasebeta rojê mîtîng û meş jî hatibû lidarxistin.

...