Li Stockholmê piştevaniya bi Taksîmê re didome
Li Stockholmê piştevaniya bi Taksîmê re didome
Li Stockholmê piştevaniya bi Taksîmê re didome
Li Stockholmê li dijî zext, tundî û pêkanînên antî-demokratîk yên desthilatdariya AKP’ê, ji bo protestokirina terora polîsan û piştevaniya bi gelê Taksîm û tevayî herêmên Tirkiyeyê yê çalakî lê didomin, çalakî û xwepêşandanên piştevaniyê berdewam dikin.
Komek ya di nav de Federasyona Elewiyên Swêdê, Komeleya Çanda û Piştevaniya Tirkiyeyiyên li Swêdê û Komeleya Çand û Hunerê ya Tirkiyeyiyên li Swêdê, bi armanca piştgiriya bi Parka Gezî û Taksîmê biryar dan ku, dê her roj di navbera demjimêrên 15:00-18:00’an de li Qada Sergel çalakiyan pêkbînin.
Koma ku wêneyên êrîşên polîsan nişan didin daliqandin, danezan belavkirin û di derbarê pêşketinên dawî yên li Taksîm û Tirkiyeyê rayagiştî ya Swêdê agahdar kirin.
Komek ji Kurdistaniyên ku duh ji bo dîtina kujerên sê jinên Kurd li ber Sefaretxaneya Fransayê xwepêşandan pêkanîbûn jî hatin Qada Sergel û piştgirî dan çalakiyê. Endama Lijneya Rêveber ya Komeleya Jinên Kurd ya Amarayê Ferah Bozcali got, ew piştgiriyê didin gelê ku li dijî desthilatdariya AKP’ê li Taksîm û Tirkiyeyê derketine kolana û danezana ku xwepêşandana amade kiribû xwend.
CARL BILDT HATE PROTESTO KIRIN
Li rexmî ku 12 roj li ser berxwedana Taksîmê re derbazbûn jî hikumeta Swêdê hêjan tundiya polîsan şermezar nekiriye û nirxandina Serokwezîrê Swêdî Fredrik Reinfeldt ya “Karê navxweyî yê Tirkiyeyê ye”, bû sedema bertekên Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li Swêdê jiyan dikin.
Koma ku li Qada Sergel çalakî rêxistin kir, ragihand ku ew dê roja Înê di demjimêr 17:00’an de li ber Wezareta Karê Derve yê Swêdê kombibin û Hikumeta Swêdê û Wezîrê Derve Carl Bildt protesto bikin.
Ciwan jî dê roja Şemiyê ji bo piştgiriya bi berxwedana Taksîm û Parka Gezî û protesto kirina hikumeta AKP’ê dê çalakiyekê li darxînin. Hunermend Hakan Vreskala da diyarkirin ku, ew dê di demjimêr 13:00’an de li Qada Hotorget kombibin, dê li dehol, derbûqe, qazan û exlewîk bixin heta Qada Sergel bên û li wir di demjimêr 15:00’an de jî xwepêşandanekê pêkbînin.