Li Stockholmê pêvajoya aştiyê hat nîqaşkirin
Li Stockholmê pêvajoya aştiyê hat nîqaşkirin
Li Stockholmê pêvajoya aştiyê hat nîqaşkirin
Ji bo bîranîna wezîrê karê derve yê Swêdê Anna Lîndh ku di 11’ê îlona 2003’an de di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, li Stockholmê semînerek pêk hat û siyasetmedarên axivîn der barê cîhan û welatên ku lê dijî agahî dan.
Sekreterê Giştî yê Konsraya Ewropayê Thorbjörn Jagland, Komîserê berê yê Yekitiya Ewropayê Margot Wallström, Federasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) Sekreterê Giştî Judith Kirton- Darling, Sefîra mezin ya Yekitiya Ewropayê a Filistînê Leyla Shahid, wzîrê mafê mirovan yê berê yê Irqaê Narmin Osman, Parlamentera Parlamentoya Makedonya Radmila Sekerinska, Şêwirmendê Wezareta Hawirdorê ya Brezilyayê Luis Antonio Correia, nûnerê BDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay, serokê navenda Olof Palme Jens Orback, sekreterê giştî yê Partiya Karkerên Demokrat a Sosyalî ya Swêdê Carin Jemtin, serokê giştî yê berê yê Konfederasyona Sendîkaya karkeran a Swêdê Wanja Ljungby Wedin, sekreterê giştî yê Saziya Starbûna zarokan Elizabeth Dahlin di semînerê de cih girtin.
Serokê Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal Stefan Lovfen di vekirina semînerê de axivî û got wekê ku li hemû cîhanê newekheviya di navberê çînan de zêde bûye, li Swêdê jî newekehevî û bê edeletî zêde bûye. Her wiha der barê li Sûriyeyê de jî nirxandin kir.
EM JI BO PIŞTIGIYA PÊVAJOYÊ AMADE NE
Lovfen got ew dixwzin ku pirsgirêka Sûriyeyê bir iyên dîplomatîk û muzakerayan bê çareserkirin. Lovfen li ser pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û dewleta tirk de jî sekinî. Lovfen got pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê dê ne tenê bandorê li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bike, dê li ser hemû Ewropayê jî bike û ji ber vê yekê jî ew ji bo her cureyê pişgiriyê amade ne.
Serokê gitşî yê berê yê Partiya karkeran a Demokatîk Sosyal Mona Sahlîn jî di axaftina xwe de têkoşîna Anna Lîndh de axivî û got her her tim ligel gelê kurd bû û got ew dixwaze mafên zimanê dayikê yên kurdan bê dayîn.
Di roja duyemîn ya semînerê de di civînekê de nûnerê BDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay axivî û balkişand ser texrîbata hawirdorê ya Kurdistanê.Yagizay got texrîbata li hemberî xwezayî polîtîkayeke dewletê ye û wiha got: “Hikûmetê hemû der di bin avê de hiştiye û dixwaze qadên gerîlayan tune bike û ji bo ji peyamanê navnetewî yên pêşerojê xwe rizgar bike bi lez û bez çêkirina benda û santralan didomîne.
SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ KONSEYA EWROPAYÊ JI PÊVAJOYÊ BI HÊVIYE
Yagizay pirsên der barê semînerê de jî bersivand û ji 20 welatan siyasetmendar tevli bûn e û her wiha der barê pêvajoya Tirkiyeyê jî agahî dan. Yagizay got bi sekreterê giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland re hevdîtin kiriye û got Jangland çend roj berê bi serokwezîrê tirk Erdogan û wezîrê karê derve re hevdîtin kiriye û ji wî re ragîhandiye. Yagizay got Jangland pêvajoya aştiyê bi hêvî dibîne.Di semîerê de bûyerên Taksîmê jî hatin nrixandin û pirs hatinpirsîn.
YEKITIYA EWROPAYÊ DIKARE DI PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRE
Serokê Partiya Karkerên Dmeokrat a Sosyal piştî axaftina vekirinê ya Semînerê, pirsên me yên der barê berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê bersivand. Lovfen wiha got: “Em dibêjin ku bila her kes mafê xwe yê civîn û çalakiyan azad pêk bîne. Em şîdeta polîsan şermezar dikin. Hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyeyê de gelek girîngin. Di vê pêvajoyê de Yekitiya Ewropayê jî dikare bikeve dewrê.