Li Stockholmê çalakiya ji bo destekkirina HDP û berxwedana xwerêveberiyê

Rakirina destnedana parlametnerên HDP'ê û êrîşên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.

Li ser banga Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan û Federasyona Elewiyan a Swêdê, li Meydana Mynttorget a li ber avahiya parlamentê çalakiyek hat lidarxistin. Nûnerên komeleyên xwepêşandan organîze kirin li vir axivîn û diyar kirin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derb xwarin careke din berê xwe dan polîtîkayên şer, li dijî gelê Kurd şerekî topeykûn îlan kirin û êrîşên li hemberî azadiya raman û çapemeniyê zêde kirin.

Nûneran bang li Swêdê û welatên Ewropayê kirin, li dijî polîtîkayên qirkirinê û sûcên binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, bikevin nava tevgerê.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, hikûmeta AKP'ê gefê li Kurdan, Elewiyan, hindikahiyan, rojnamevan, sosyalîst û mirovên xwedî nêrîna azad dixwe.

Kakabaveh da xuyakirin, ku wê li Amedê komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin dîtiye û destnîşan kir, bêdengiya cîhana derve, Swêd û Yekîtiya Ewropa ya li pêşberî van komkujiyan, cihê şermê ye.

Xwendekarê Zanîngeha Ûppsala Erîk Svensson jî ala Kurdistanê vekir û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdan tên kirin şermezar kir. Svensson ji ANF'ê re axivî û diyar kir, bi sedan salan zext li gelê Kurd ê ji 40 mîlyonî tê kirin û ev çend meh in komkujî û êrîşên giran li Kurdên li Tirkiyeyê tên kirin.

Svensson nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmeta Swêdê da ku bi tenê li van komkujiyan temaşe dike û got, "Em ji ber vê helwesta hikûmeta Swêdê şerm dikin. Divê Kurdên ku dibin hedefa êrîşên giran, biparêze."

Svensson da zanîn, rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne.

Di çalakiyê de dirûşmên "Artêşa Tirk a kujer ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan", "Bimire faşîzm" hatin qîrîn.

LI GOTEBORGÊ WÊ ROJA ŞEMIYÊ XWEPÊŞANDANEKE HEVPAR WERE LIDARXISTIN

Li bajarê Goteborg ê Swêdê, wê roja Şemiyê rêxistinên Kurdistanî û Swêdî bi şiyara "Şerê Erdogan ê li hemberî Kurdan bisekinîne-Bi HDP'ê re be" xwepêşandanekê lidar bixin.

Xwepêşandan wê 11'ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 13:30 de li meydana Gûstav Adolfs destpê bike. Girseya gel wê ji vê derê heta meydana Jarntorgetê bimeşe.