Li Stockholmê bîranîna Sêwasê

Li Stockholmê bîranîna Sêwasê

Bi armanca bîranîna 33 rewşenbîrên ku beriya niha bi 20 salan hatin qetilkirin Kurd, Tirk, Sûryanî û Elewî bi aktîvîteyên cuda de hatin gel hev. Di aktîvîteyan de hat ziman ku ji bo edalet û aştiya civakî pêk were di serî de qetlîama Sêwas divê tevayî  qetlîam werin ronîkirin û berpirsiyarên wan hesab bidin.

Di 2’ê Tîrmehê saet 18.30’an de komek Kurdistanî û Tirkiyeyê ku li nêzî  sefaretxaneya DYE kom bûn bi pankart û wêneyên rewşenbîr û hunermendên ku di Otela Madimak de hatibûn şewitandin hilgirtin ber bi sefaretxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Polîs, bi hinceta destûr nehatiye dayîn nehişt ku girse biçe ber sefaretxaneyê. Girseya ku nêzî sefaretxaneyê bû dirûşmayên  “Wê hesabê Sêwasê were pirsîn”, “Wê dewleta qatil hesab bide”, “Bijî biratiya gelan”, “Bimire Faşîzm” qîr kirin.  Kurdistanî jî ku bi alên PKK’ê û û flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd li ser bû beşdarî aktîvîteyê bûn. Ozan Alî Çagan ê ji qetlîama Sêwasê rizgar bibû ku axaftinek kir  got ku di nav hestên wisa de ye ku hêvî û êş, heyecan û hêrs di nav hevdu de ye û wiha berdewam kir: “Yên di 2’yê  Tîrmehê sala 1993’yan de li Otela Madimak ‘Canên me’ şewitandin û yên îro ji TOMA, tank, sîlehan dermanê kîmyewî diavêjin ser me, fermanê didin, didin sorkirin, li çepikan didin û yên dibin temaşeker xwedî heman zîhniyetê ne.”

Xwepêşandana duyemîn jî li Taxa Sergel hat lidarxistin. Li Taxa ku bi wêneyên kesên hatibûn qetilkirin û qerenfîlan hatibû xemilandin de li ser navê komeleyên ku ev aktîvîte li dar xistibûn Hêlîn Înal, daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê dema navên kesên di çalakiyên Parka Gezî û Licê de hatibûn qetilkirin hatin xwendin ên li taxê bersiva “Li vir in” dan.

Dema stran û kilamên hunermendên di Qetlîama Sêwasê hatibûn qetilkirin hatin xwendin jî atmosfereke hestiyar li taxê çêbû. Her wiha helbestên Nazim Hîkmet jî hatin xwendin.

Aktîvîte bi dirûşmaya  “Li hemberî faşîzmê mil bi mil” bi dawî bû.