Li Stockholm û Helsînkî çalajiyên ji bo piştevaniya Rojava

Li Stockholm û Helsînkî çalajiyên ji bo piştevaniya Rojava

Bi sedan kesên li ser banga Konseya Kurd a Swêdê li Qada Medborgarplatsen a Stockholmê hatin cem hev û  komkujiya li ser kurdên Rojava şermezarkirin û gotin ew ligel wanin.  Her wiha li paytexta Helsînkî ya Fînlandiyayê jî li ber avahiya Komîsyona Ewropayê çalakî piştgiriya bo berxwedana Rojava hat lidarxistin.

Çalakiya li Stockholmê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  Di çalakiyê de li ser navê konseya Swêdê axaftin hatin kirin û li Sûriyeyê  kurd di pevçûna navbera Rejîma Esad û OSO’yê de ne alîgire û got riya sêyemîn a siyasetê dişopîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku sala borî di meha Tîrmehê de kurdan herêmên ku lê diman kontrol kir bin destê xwe û jiyana xwe bi rêxistin kirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ hêzên ji vê rewşê nerehet bûn mehek berê komên çeteyan yên wekê El Nusra birin ser kurdan û êrîş pêk anîn. Di 5’ê Tebaxê de El Nusra êrîşê Tal-Abyad kir û 120 zaroj 450 sivîl qetikirin. Hemû cîhanê jî ev temaşe kir. Ji bo komkujî bê rawestandin, Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hikûmeta Swêdê banga pêşîlêgirtina êrîşdan kiribû.

BERXWEDANA ROJAVA DÊ QEDERA KURDAN DIYAR BIKE

Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zuhat Kobanî  da zanîn ku YPG li dijî komên çeteyan yên wekê El Nusra ku bi piştgiriya Tirkiyeyê, Erebistan û Katarê xwe bi rêve dibe, bi têkoşîneke mezin berxwe dide û nahêlin li Kurdistanê bicih bibin. Kobanî bang li hemû kurdan û dostên kurdan kirin ku bi gelê Rojava re bikevin nava piştevaniyê. Kobanî wiha got: “Gelê Rojava derfetek dîrokî bidestxistiye. Vê derfetê baş dinirxîne.  Qezencên Rojava dê pêşeroja hemû kurdan diyar bike.

DIXWAZIN LI ROJAVA QIRQIRINÊ PÊK BÎNIN

Serokê Komeleya Mafê Mirovan a li dijî Qirkirinê, Kurdocide Watch CHAK Azad Heydari,  da zanîn ku îro wek qirkirina ku di dema El Anfal de rejîma Saddam li hemberî kurdan pêk anîn, dixwaze li Rojava bê kirin û got dê gelê kurd desturê nede ev çete li Kurdistanê bistrin. Heyderî nêzîkatiya dewleta tirk ya ku piştgiriyê dide çeteyan û alîkariya bo Rojava tê şandin asteng dike û bang li Tirkiye, Katar, Suudî Erebîstanê kir ku destê xwe ji rojava vekişînin.

Li ser navê partiya Çep Mehdî Oguzsoy jî axaftine kir û da zanîn ku ew piştgiriyê didin xeta gelê kurd û helwesta wan a bi biryar û got wezîrê karê Derve yê Swêdê Carl Bîldt li dijî komkujiyên li hemberî kurdan bê deng dimîne.

Nivîskar û rojnameger Kurdo Baksî axivî û got gelê kurd li Rojava qezencên mezin bi destxistin û hêzên ku ev tehemul nekirin, dest bi êrîşan kirin.

LI HELSÎNKÎ BO ROJAVA PIŞTGIRÎ

Kurdên li paytexta Helsînkî ya Fînlandiyayê li ber avahiya Komîsyona Ewropayê hatin cem hev û komkujî protesto kirin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê gele kurd tevli çalakiyê bûn û ji ber îstasyona trenê heta avahiya komîsyona Ewropayê meşiyan. Di çalakiyê de dosyayek teslîmê komîsyonê hat kirin.