Li Stewrê ya starta pîrozbahiya Newrozê da, hêzên dewleta Tirk êrîşî pîrozbahiya Newrozê kirin. Gelê Stewrê li hember êrîşên dewleta Tirk ketin berxwedanê, Newroz û berxwedan li tevahiya navçeyê belav bû.
Li Mêrdînê yekem cih agirê Newrozê li Stewrê hat pêxisitin. Gel tevî qedexeya Walîtiya Mêrdînê jî, li Qada Newrozê ya Taxa Surgucuyê kom bû. Bi kombûna gel a li Qada Newrozê re leşker û cerdevan bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin. Gelê li qadê civiya, bi dar û tekeran agirê Newrozê pêxist. Bi pêxistina agirê Newrozê re, hêzên dewletê êrîşî gel kirin.
Stewrî li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ketin berxwedanê, li taxê di nava gel û hêzên dewletê de pevçûn derket. Li gelek kolanên navçeyê gel agirê Newrozê pêxist û ket berxwedanê. Pevçûnên li navçeyê cih bi cih berdewam dike. Gel dirûşmên ‘Her der Newroz, her der berxwedan’ qîr kirin, tevahiya navçe vegerandin qada Newrozê.