Li Stenbolê wê li dijî desteserkirina şaredariyan mîtîng were lidarxistin

Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasiyê banga tevlîbûna mîtînga li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê ya ku wê 29’ê Hezîranê roja Şemiyê di saet 19.00’an de li Qada Kartalê were lidarxistin, kir.

Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasiyê têkildarî mîtînga ku wê li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê di 29’ê Hezîranê de bi dirûşmeya ‘Em ê ji bo Ked û Azadiya xwe Rê Nedin Xespkirina Şaredariyan’ were lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist.  Nûnerên sendîka, partiyên siyasî û saziyan beşdarî civînê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Ayşegul Devecîoglû ya Endama Desteya Koordînasyona Yekîtiya Demokrasiyê (DIB) ve hate xwendin û Devecîoglûyê got: ‘’Tifaqa AKP û MHP’ê bi xespkirina şaredariyan îradeya gel a demokratîk şikandiye û hewl dide ku îradeya têkoşînê ya demokratîk ya hemû bindest û muxalefetê bişkîne. Ji ber wê yekê jî xespkirina şaredariyan tê wateya dizî, talan, gendelî û nasnekirina îradeya gel. Her wiha qeyûm bi polîtîkayên şerî yên desthilatdariyê re li hemberî hêviya pêkvejiyanê derbeyek e.’’ 

Ayşegul Devecîoglûyê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Rewabûna kesên neadil jî tune ye. Roj roja rêxistinbûn û rabûna ser piyan e. Roj roja ji Colemêrgê heya Stenbolê mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya bindestan e. Bi vê wesîleyê em bang li hemû kedkar û gelan dikin ku tevlî mîtînga me ya ku em ê 29’ê Hezîranê roja Şemiyê di saet 19.00’an de li Qada Kartalê bi dirûşmeya ‘Em ê ji bo Ked û Azadiya xwe Rê Nedin Xespkirina Şaredariyan’ li dar bixin, bibin.’’