Li Stenbolê serdegirtinên 1'ê Gulanê: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li Stenbolê careke din bi hinceta 1'ê Gulanê serdegirtin pêk anîn û gelek kes binçav kirin.

Li gelek navçeyan seê sibehê bi hevdemî serdegirtin hatin kirin. Ji Komeleyên Ciwanên Şoreşger, Kaldiraç û Faaliyetên Xwendekaran gelek kes hatin binçavkin.

Di daxuyaniya Komeleyên Ciwanên Şoreşger de hate ragihandin ku 5 endamên wan di serdegirtina malan de hatine binçavkirin.

Endamên Kaldiraçê jî diyar kirin ku di serdegirtina malan de derî ahtine şikandin.

Faaliyetên Xwendekaran jî ragihand ku 2 endamên wan hatine binçavkirin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe, di destê polîsan de lîsteyek ji 70 kesî heye.