Li Stenbolê polîsan êrîş bire ser xwepêşandana li dijî qeyûman

Polîsan bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîş bire ser xwepêşandana HDP’yiyên li Kadikoyê xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve. Di êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin. Her wiha keseke ku nasnameya wî nehate zanîn hate kêrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kadikoyê ji bo desteserkirina qeyûman ên şardariyên Amed,Wan û Mêrdînê protesto bikin xwestin li pêşiya Operaya Sureyya xwepêşandanekê bikin.

Polîsan bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîş bire ser HDP’yiyan. Girseyê jî bi şîşe û keviran bersiva polîsan da. Di dema êrîşê de gelek kes hatin destgîkirin. Her ha di dewama çalakiyê de keseke ku temenê wî 40 salî ku nasnameya wî nehate zanîn hate kêrkirin. 

Kesê sedemê kêrkirina wî nehate zanîn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.