Li Stenbolê ji milîsên HBDH’ê çalakiyên 'Hefteya Lehengiyê'

Milîsên HBDH'ê yên Mazlûm Dogan ragihand ku bi wesîleya ‘Hefteya Lehengan’ li Stenbolê ‘tamîrxane’ û ‘îmalatxaneyeke keştiyan’ a faşîstan hedef girtine û ew şewitandine.

Milîsên HBDH’ê yên Mazlûm Dogan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku çalakî li Beyoglû û Umraniyeyê hatine lidarxistin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘’Di 20’ê Adarê de li Beyoglû ya Stenbolê me tamîrxaneyeke aîdî faşîstekî hedef girt ku ev demek dirêj bû me dişopand.  Ev kesê faşîst zirar dida ciwanan, bi taybetî jî ciwanên Kurd. Di encama çalakiya serkeftî de ku me di saet  03.30’an de pêk anî, tamîrxane bi temamî hate şewitandin û otobûseke şaredariyê jî ya li nêzî cihê bûyerê agir pê ket.

Dîsa di 20’ê Adarê de nava rojê me li Umraniyeyê îmalatxaneyeke keştiyan hedef girt û di encama vê çalakiya me de jî îmalatxane bi temamî şewitî.

"Di her du çalakiyan de jî milîsên me bi awayekî serkeftî ji cihê bûyerê dûr ketine.’’