Li Stenbolê HDK’î ji bo Rojava meşiyan

Li Stenbolê HDK’î ji bo Rojava meşiyan

Meclisa Stenbolê ya HDK’ê ji bo polîtîkaya hukûmetê ya Rojava protesto bike û bi gelê Rojava re bikeve piştevaniyê meş pêk anîn. Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel di meşê de axivî û got divê AKP ne ligel zilmkaran ligel gelê Kurd be.

Piştî meş li Qada Îskeleya Kadikoy bi dawî bû li ser navê Rêveberiya Navendî ya Stenbolê a HDK’ê Fatma Înce daxuyanî xwend. Înce yekemîn salvegera şoreşa Rojava silav kir û gefên dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî avakirina meclisa herêmî ya xweser a Kurdan Sûriyeyê bibîr xist. Înce diyar kir ku ji xwîn û şer destê xwe bikişînin û da zanîn tevli karê welatekî din nebin.

Levent Tuzel jî AKP di polîtîkaya derve de di pirsgirêka Kurd de şaşiyan dike û got ew ligel gelê di bin zilmê de ne.

Parlamenter Sebahat Tuncel jî axaftinek kir û got bila Tirkiye ne tenê ji Rojava ji hemû Kurdan destê xwe bikişîne.