Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan

Li Edliyeya Çaglayanê parêzer û wekîlan xwestin ku dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Polîsan êrîş birin ser wan.

Parêzer û wekîlan xwestin li ber Edliyaa Çaglayanê dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiyê. Di çalakiyê de Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglu, Filîz Keretecîoglu, Ahmet Şik û Oya Ersoy jî hazir bûn.

Polîsan derb li parêzer û wekîlan xistin, ew heta bi Meydana Edliyê bi erdê ve kişkişandin. Dema ku dihatin kişkişandin xwîn ji dest û milê Ahmet Şik hat.

'EM Ê JI DEST FAŞÎZMÊ XILAS BIKIN'


Li ser navê hiqûqnasan parêzer Gokmen Yeşîl li Meydana Edliyê axivî û got, ''Em ji bo wan dayikan li vir in ku vîna xwe tenê ne bi dengdana li ser sendoqê lê li dijî tangan, bi stran û sirûdan diparêzin li vir in, em ê li vir bin. Ez ji bajarên Rojava yên Tirkiyê slavan ji bajarên Kurdan re dişînim, em ê vê taritiyê belawela bikin û dawiya dawî em ê şaredariyên xwe yên ku yên gelên hejar, kedkar in ji destê faşîzmê xilas bikin.''