'Li Stenbolê em ê bibin dengê Kurdan û hemû gelan'

Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê ku çend roj berê kongreya xwe ya awarte ya duyemîn lidar xist, li gorî rexneyên gel dest bi amadekariya hilbijartinên xwecihî kir.

Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê li dû pêvajoya rexnekirinê ya gel kete nava serdemeke nû û navê xwe kir HEDEP. Rêxistina bajarê Stenbolê ya HEDEP'ê bi kongreya awarte ya duyemîn re rêveberiyeke nû hilbijart û bi xurtî dest bi pêvajoya nû kir.

Stenbol li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî mezin ê Kurdan e. Hevserokên Stenbolê yên HEDEP'ê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz têkildarî dema nû û armancên HEDEP'ê yên li Stenbolê ji ANF'ê re axivîn.

Gonca Yangoz bal kişand ser kêmbûna tevlîbûna jinê ya li nava partiyê û got, "Me dest bi çareserkirina rexneyên têkildarî jinê kir. Pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê kir ku em jî kêmasiyên xwe bibînin û xwe sererast bikin. Dibe ku mirov her tim kêm bike, lê belê em bi rê û rêbazên xwekomkirinê zanin. Sedema lawazbûna rêxistinên me yên jinê zextên tundiya dewleta mêr a li dijî jinan e."

Yangoz ragihand ku jin berxwedana xwe ya li dijî êrîşên faşîzan ên dewletê dewam dike û got, "Desthilatdariyeke faşîzan li hemberî me heye ku dixwaze li her qada jiyanê em li paş bimînin. Em jî li hemberî vê yekê rêxistiniya jinê xurt dikin, dengê jinê bilind dikin û bi hemû rêxistinên jinan rêxistiniyeke hevpar dimeşînin. Di dema nû de wê deng û rengê jinê hîn bêhtir bê dîtin."

'EM TEVGEREKE WELÊ NE KU HÊZA XWE JI REXNEKIRIN Û REXNEDAYINÊ WERDIGIRIN'

Mûrat Kalmaz jî anî ziman ku ew tevgereke welê ne ku hêza xwe ji rexnekirin û rexnedayinê werdigirin û diyar kir ku li gorî rexneyên gel ên têkildarî encamên hilbijartinê wan ji bo bicihanîna bendewariyên gel dest bi kar kirine. Mûrat Kalmaz got, "Em tevgereke welê ne ku ji aliyê dîrokî ve hêza xwe bi giranî ji rexnekirin û rexnedayinê werdigirin. Em ji kevneşopiyeke bi vî rengî ya têkoşînê tên. Encama ku ji civînên me yên bi gelê me re derkete holê, rexneyên gel ên li hemberî polîtîkayên me û bendewariyên gel ên ji me hebûn. Di çarçoveya wê pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê de partiya me kongreya xwe ya navendî lidar xist. Em dest bi pêvajoyeke welê dikin ku kêmasiyan ji holê rakin."

Kalmaz diyar kir ku piştî kongreya navenda giştî, hîmê xwecihî li Stenbolê destpê kir û destnîşan kir ku ew ê kêmasiyên ku gel diyar kiriye ji holê rakin û hîn bêhtir xurt bibin. Kalmaz got, "Gava destpêkê ya vê yekê kongreya navenda giştî bû, hîmê wê yê herêmî jî me bi kongreya Stenbolê dan destpêkirin." Kalmaz got, "Dema bê em ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin û vê pêvajoyê di nava gelê xwe de bimeşînin. Guherîn, veguherînê em ê weke bersiva li daxwazên giştî yên gelê xwe pêk bînin."

'EM Ê LI STENBOLÊ BIBIN DENGÊ KURDAN Û HEMÛ GELAN'

Kalmaz ragihand ku Stenbolê bajarê herî mezin ê Kurdan e, ew ê li Stenbolê bibin dengê Kurdan û henmû bindestan û têkildarî dema nû jî got, "Stenbol bajarê herî mezin ê Kurdan e, lewma li vî bajarê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, em dixwazin destpêkê bibin dengê Kurdan. Stenbol bajarekî welê ye ku gelek gel bi hev re lê dijîn, di vê mijarê de jî perspektîfeke me heye ku bibin deng, reng û zimanê hemû gelan, bersivê bidin pirsgirêkên wan. Aliyekî din jî ew e ku Stenbol yek ji bajarên herî mezin ên kedê ye. Di mijara kedê de polîtîkayên me hene. Pirsgirêka ragihandinê heye, di vê mijarê de wê polîtîka û karekî me yê cidî hebe. Di mijara perwerdeyê de jî pirsgirêkên gelekî cidî hene, li ser vê mijarê jî wê polîtîkayên me hebin. Ji bilwî wê bi rêxistinî û polîtîkayên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Stenbolê em ê karibin bandoreke xurt li siyaseta giştî bikin. Di dema bê de wê polîtîkayeke realîst û aqilane bê meşandin. Ji bo pêkanîna van hemûyan jî armanca me ew e ku xwe bigihînin tevahiya civakê.

Armanca me ew e ku li gorî taybetmendiya bajêr, xweza, av û qadên wê yên jiyanê rêveberiyên herêmî ava bikin."