Li Stenbolê di doza ‘KCK’ê de 6 kes hatin berdan
Li Stenbolê di doza ‘KCK’ê de 6 kes hatin berdan
Li Stenbolê di doza ‘KCK’ê de 6 kes hatin berdan
Li Stenbolê di doza ‘KCK’ê’ de 6 kes hatin berdan.
Di rûniştina doza “KCK’ê” a Stenbolê de ku 83 kes jê girtî 204 siyasetmedarên Kurd û aktivîstên mafên mirovan dihatine lêpirsîn kirin tenê 6 kes hatin berdan.
Di doza ku li 15. Girtîgeha Cezayê Giran a Silivrê dihate dîtin di rûniştina 9. de navberbiryar hat dayîn. Heyeta dadgehê bi biryara serbestberdana siyasetvanên Kurd Mehmet Cevat Înce, Nizamettîn Açikça, Meyrem Yigit, Hatice Vural, Ayşe Hacimirzaoglu, Seda Aktaş da û rûniştin talûxî 31’ê Çile-14’ê Sibata 2014’ê kirin. Heyeta dadgehê di derbarê Gitî Omer Golge, Talat Aydin, Aslan Îşçioglu û Pêrêzer Sînan Zincir de bi hinceta sînorê parastinê derbaz kirine li Dozgeriya Komarê a Silivriyê de giliya suc kir.
Piştî rûniştinê dozê girtiyên ku xistin wesayita ringê de û birin girtîgehê girtiyan bi nîşandana sembola serkeftinê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qêriyan û xizmên girtiyan jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” bersiv dan.