Li Stenbolê bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê bûn- NÛ BÛ

Li Stenbolê, bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê ya Kartalê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê ya Bajar Esengul Demîr axivî û got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê li Qada Kartal a Stenbolê bi beşdarbûna hezaran kesî mîtîngekê li dar xist.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li Qada Kartalê bi tevlîbûna hezaran kesan mitinga herêma 1’emîn a Stenbolê pêk anî. Gel beriya mîtîngê bi saetan hatin qadê, alayên HDP’ê li ba kirin û li ber stranan govend gerandin. Nemzetên HDP’ê yên herêma 1’emîn a Stenbolê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên komeleyan beşdarî mîtîngê bûn. Li qadê hin welatiyan rûpûşên Demîrtaş danîn ber rûyê xwe.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin. Em ê desthilatdariyê di vê hilbijartinê de têk bibin. Ez bang li gel dikim ewlekariya sindoqên xwe pêk bînin û dengên xwe biparêzin. Ji bo vê bila gel hemû gel biçin avahiyên HDP’ê yên navçe û bajêr.”

AVCI: DAXWAZA SEROKTIYÊ YA AKP’Ê XEYAL E

Namzetê HDP’ê herêma duyemîn Mûstafa Avci diyar kir ku daxwaza seroktiyê ya AKP’ê xeyal e û got, “HDP ne bi tenê partiyeke siyasî ye. HDP qala kêşeyên 80 milyon kesan dike. HDP hemû cihêtiyan tîne ba hev. Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.”

KAYA: BI RENGÊ XWE EM Ê VÎ WELATÎ BIGUHERÎNIN

Parlementera HDP’ê Huda Kaya jî got ku “Namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş tehamulê ketila wî jî nekirin. Ketila li malê bû malzemeya rêxistinî. Em ê bi kesên bawermend û bawer nakin, vî welatî biguherînin. Heta niha em çawa têkoşiyan, em ê ji niha şûnve jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî got ku, “HDP dikare jiyana hevpar amade bike. Êdî desthilatdariya AKP’ê qediyaye. Em dixwazin li Tirkiyeyeke azad bijîn.”

Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya herêma yekemîn Sema Ûçar jî got ku, “AKP 16 sal in desthilatdar e lê wekî ku ew mûxalefet be, tevdigere. Kesên ku digotin em rê nadin êşkenceyê, îro êşkenceyê li xwendekarên lîseyê dikin.”

BAŞ: EM Ê HESABÊ HEMÛ SÛCÊN HATINE KIRIN BIPIRSIN

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê herêma yekemîn a Stenbolê Erkan Baş axivî û wiha got; “Em bi hev re di nava meşeke mafdar de ne. Em li vir bang li Qesrê dikin. Şexsê ku di Qesrê de xwe veşartî, we bajarên me hilweşand, we jin, karker qetil kirin, we rojnamevan, nivîskar û siyasetmedar girtin; lê em li vir in ka hûn li ku derê ne? Demîrtaş ê ku di got ‘Ez te nakim serok’ we girt; lê bi hezaran Demîrtaş li vir in. Hûn li ku ne? Weke Berkîn Elvan em li vir in. Şexsê ku li Qesrê em bang li te dikin em tên. Em ê hesabê hemû sûcên hatine kirin bipirsin. Me Soma ji bîr nekiriye, em ê hesabê 301 madenvan, hesabê Sûr, Cizîr û Pirsûsê bipirsin. Dawiya dîktartoriyê hatiye. Ew bend wê roja 24’ê Hezîranê di binê lingan de biperçiqe. Em ê destpêkê Qesrê û piştre bendê li serê wan de hilweşînin. Em ê bi hev re biguherînin.”

Namzetê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî axivî û wiha got; “Pirsgirêka HDP’ê ya bendê nîne lê pirsgirêka vî welatî ya bendê heye. Yan em ê vê bendê hilweşînin yan jî wê ev welat di binê vê bendê de bimîne. Em bi zilmê neqediyan. Ger em bendê derbas nekin wê çi bibe? Divê hemû kes vê pirsê ji xwe bike.”

Piştî axaftina Pîroglû hunermendê NÇM Serhat Çarnewa derket ser dikê. Mîtîng bi stran û govendê bi dawî bû.