Li Stenbolê mîtînga aştiyê: Em dikarin cîhaneke azad ava bikin-NÛ BÛ

Li Bakirkoya  Stenbolê bi deh hezaran kes dimeşin mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku bi dirûşmeya “Aşitî nayê tecrîdkirin".  Meşa ber bi qadê ve didome.

Bi deh hezaran kes ji bo daxwazênk xwe yên aştiyê bînin ziman ji çar aliyên Stenblolê ber bi Qada Azadiyê ya  Bakirkoyê ve dimeşin. Bi deh hezaran ji bo tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya bi dirûşmeya "Aşitî nayê tecrîdkirin" bibin, kortej ava kirin û dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên li Qada Dikilitaşê kom bûn, dest bi meşê kirin.

Di korteja meşa mîtîngê de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî cihê xwe girtin. Parazvanen mafên mirovan, hiqûqnas, aktivîstên aştiyê û nûnerên gelek sazî û rêxistinên din jî tev li meşê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî jibo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman di meşê de cihê xwe girtin. Koma Dayikên Aştiyê di kortejê de pankarta “Em rê nadin şer," vekirin. Di meşê de strana “Beni bul anne/Min bibîne dayê" bi dengê bilind hat strîn.

Di korteja meşê de pankartên “Aştiya rastîn wê bi şoreşê pêş bikeve", “Gotina me ya aştiyê û hêza me ya guhertinê heye", "Rêya tenduristiyê di aştiyê re derbas dibe", “Israra di aştiyê de, israra di jiyanê de ye" û “Ji şer re na, aşitî hema anha" vekirin. Komên ku tev li mitîngê bibin, beriya dest bi meşê bikin srûd xwendin. Dayikên Aştiyê ku bi salan ji bo aştiyê çarika spî didin serê xwe di meşê de dîsa çarikên spî dan serê xwe û peyam dan.

Bi hezaran kesên di kortejê de cih girtin, bê navber dirûşmeyên "Heq, hiqûq û edalet dê bi HDP'ê pêş bikeve",  "HDP gel e, gel li vir e", "Bijî biratiya gelan" û “Ne qeyûm û ne jî dewlet, Tirkiyeya demokratîk" berz kirin. Di Kortejê de li ser nepoxan "1 Eylul" "aşitî" "peace"  hat nivîsandin. Parlamenterên  HDP'ê bi wêneyê aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî, şewata daristanên li Dersimê û êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê tev li meşê bûn.

Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn, bê navber dirûşmeyên “Bijî Aştî", "Bijî biratiya gelan" berz dikin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema rêz hat girtin sirûda Çerxa Soreşê hate xwendin û tililiyên serkeftinê hatin bilindkirin.

'EM DEST JI DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ BERNADIN'

Piştî silavkirinê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Rêveberê DBP'ê yê Stenbolê Bîlal Basûtçû daxuyaniya mîtîngê xwendin.

Rêveberê DBP'ê yê Stenbolê Bîlal Basûtçû bi Kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Em dest ji demokrasî ji aşitî û azadiyê bernadin. Di nav diroka mirovan de bi hezar salan şer çêdibin. Civaka mirov bi şûr, tîr, top, tiving û bombeyan hevdû dikujin, komkujî pêk tînin, xweza, bajar û gundan xira dikin, dişewitînin, talan dikin. Ol neyara olan, mezhep neyara mezheba, netewe neyara neteweyan e, talankirina axa gelên xwecîhan didomînin. Çima mirov mirovekî din dike xulama xwe? Çima qewmek xwe ji qewmek din mezintir û bilindtir dibîne? Çima civaktiya mêran zayendiya xwe ji jinan mezintir û bilindtir dibînin?

Çima civat ji bo şer û cengan fîrawûn, despot, tîran, dîktator û padîşahan afirandin û anîn serê xwe û ev afirandina didomînin? Lê ev qas bêaqilî û bê mirovatî çima didome? Ma şer emrê Xwedê yî? Yan jî li ser asayên hiqûqe gerdûnê, li ser madeya 1'emin qanûnan "şerkirin teqez e" , " pêşî tu yê şerbikî" dinivîse (ma)? Ango, qedera mirovan bi şer û cengan diqede, bi dawî dibe? Heta niha ji rûyê şer çend milyon mirov hatiye kuştin?

Çend milyon jin û zarok hatine tecawiz kirin? Çend milyon mirov ji cîh û warê xwe reviyan? Çend bajar û welat di nexşeyan de ji navê wenda bûn? Çend medeniyet û çand hat tinekirin? Gelo ji bo şer heya niha, çend milyon şûr, mertal û top hatin hilberandin? Gelo piştî wê, çend milyon tifing hatin hilberandin? Gelo çekên nukleerî çend cara dikare dinyayê tine bikî? Dema ku nivê nifûsa dinyayê birçî be, bi hezar milyonan bê kar û bêmal be, çawa ji bo Endustriya Şer çend katrilyon dolar , lira budçe dihêlînin. Berê 2 (du) Cengê Cihanê krîza ekonomik hebû. Ev sedemê şer nîşana çi dide me?

LI BER ÇAVÊN DINYAYÊ ÊŞKENCE LI DAYÎKÊN ŞEMIYÊ HATE KIRIN

Li Qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê 700 hefte ne ji bo ku eşkerekirina kiryarên nediyar, çalakiya rûniştinê pêk tînin. Rejîma yekzilam, Dayikên Şemiyê ji xwe re neyar îlan kiriye. Li ber çavê dinyayê işkence kirin, binçav kirin.

Tirkiye êdî li serê sedsala 21'emîn de di nav "Rewşa Şer" de ye. Îsal 40 milyar lîra budçe ji bo şer hiştiye. Ango pêwendiya di nav bi Rewşa Şer û Budçeya Şer û krîza ekonomîk heye û ev pêwendî her ku diçe zêde eşkere dibe. Gelo ev qeder e? Civakek, jînek bê krîz û bê şer xeyal e? Em jî dibêjîn ku; Civakek, welatek, cîhaneke bê kedxwarî ne xeyal e ! Demokrasî û edalet, bi vîn û tevlîbûna gel, bi biratiya kedkar û karkeran re, bi piştgiriya civakî û bi rêxistîbûnê pêşxistin û jiyandin mimkun e! Bi azadî, bi biratî bi tev hev di nav aşitiyê de ziman, ol, nîjad û neteweyê bêcûdayî jiyîn mimkin e! Şer, çanda mirin-kuştin ne qeder e! Avakirina cîhaneke azad di destên me de ye! Ji ber ku em gel in, em milyon in, em milyar in, li cihanê em li her derê ne! Em xebatkar in, em mirovên ku dewlemendiya serzemîn diafirînin, em in! Cîhan mala me yê hevbeş e! Mixabin, nahelin em xwedî lê derkevin. Dîktator û xwînxwaran bi zordarî dagir kirine. Me şer tu cara nexwast, me şer neafirand!

Lê di şêrê de bi milyon milyon ten kuştin, em in! Em jî dibêjin ku ; karker, kedkar, jin, li cîhanê hemû gelên bindest bi piştgirî li hemberê şer ji bo vîna aşitiyê, ger hêza xwe, dengê xwe û çalakiyên xwe bikin yek, bêguman serkeftin mimkun e!