Li Stenbolê 11 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji 13 kesên ku di protestoya Efrînê de hatîbûn binçavkirin 11 kes hatin girtin. Fatma Akaltûn Firat a ku hatî girtin got ku polîsan destdirêjî lê kiriye.

Li Kadîkoy a Stenbolê bi armanca protestokirina êrîşên li ser Efrînê de çalakî hatibû lidarxistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirîbû û 13 kes binçavkirîbûn. Ji 13 kesên ku hatin e binçavkirin 11 kes ji aliyê dadgeriya cezayê sulh ve hate girtin. Li Adliyeya Çaglayanê di seatên sibê de 13 kes bi armanca girtinê sewqî 4’emîn Dadgeriya Cezayê Sulh hate kirin. Li emniyetê 13 kesan mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî û dozger bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê kir.

13 kesên ku sewqî dadgehê hatîn kirin diyarkirin ku di dema binçavkirinê de polîsan êşkence li wan kiriye. Cemal Kumîçen ê hatî binçavkirin di îfadeya xwe de wiha got; “Bêyî ku ti hîncet were nîşandan ez hatim binçavkirin. Ez derb kirim. Di guhê min de xwin hat û êşkence li me kirin.”

Cezmî Ozdemîr jî wiha got; “Li beramberî polîsan min li ber xwe ne da. Dema ku bê sûç ez binçavkirim jî min destê xwe dirêjî kelepçeyê kir. Di wê demê de li rûyê min xistin. Min ji serê xwe derb xwar. Weke hûn jî dibînin ez birîndar bûm. Dema ku ez li ser rê dimeşiyam li wê derê ez hatim binçavkirin.”

Fatma Akaltûn Firat jî di îfadeya xwe ya ji bo dadgeh de diyar kir ku êşkence lê hatiye kirin û ji aliyê polîsan ve destdirêjî lê hatiye kirin.

Piştî parastinan Alî Bozkûrt, Alî Karakaş, Cezmî Ozdemîr, Fatma Akaltûn Firat, Koray Tûrkay, Nûrûllah Ay, Ozge Akyuz, Ramazan Ûtkû, Savaş Tûbap, Şengul Yuksel û Ûlaş Degerlîyûrt bi îdîaya ‘bê çek beşdarî civîn û meşên li dijî qanûn û tevî ku hişyariyên belavbûnê’ biryara girtinê hate dayîn. Dadgehê Cemal Kumîcen û Veysel Altin bi hişyariya kontrola edlî berda.