Li Stenbol û Rihayê operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk didome. Li Stenbolê 5 ciwanên HDP’yî û li Rihayê jî siyasetmedarên DBP û HDP’ê hatin destgîrkirin.

Li Stenbolê di serdegirtina malan de 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hate destgîrkirin.

Li Esenyûrta Stenbolê di 1’ê Tîrmehê de polîsan girtibûn ser malan û 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatibûn destgîrkirin. Piştî ku ciwan derxistin dadgehê, dadgehê biryar da ku 5 ciwan werin girtin û 4 ciwan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

LI RIHAYÊ 3 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li Rihayê jî di serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bekîr Karageçîlî, Hevserokê HDP’ê yê Wêranşarê Hidir Oktay û rêveberê navçeyê Îhsak Gunduz hatibû destgîrkirin. Hate diyarkirin ku biryara destgîrkirina Endamê Meclîsa HDP’ê Sema Aîşeoglû jî hatiye dayin.

3 siyasetmedarên hatin destgîrkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr a Rihayê.