Li Stenbol û Qersê komkujiya Sêwasê hate şermezarkirin

Li Stenbol û Qersê komkujiya Sêwasê hate şermezarkirin

Di 20'emîn salvegera komkujiya Madimakê de li navçeya Kadikoyê bi hezaran kes meşiyanû komkujî şermezar kirin. Li Qersê jî Platforma Şaxan a KESK'ê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.

Foruma Parka Yogurtçî, Foruma Parka Beşîktaş Abas Aga, Foruma Goztepe Parki û Foruma Qartalê bi boneya 33 rewşenbîrên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de di Otela Madimakê de hatibûn qetilikirn bi bîr bîne meşek girseyî pêk anî. Bi hezaran kesên li Altiyolê kom bûn, heta Parka Yogurtçu meş pêk anîn. Girseyê di meşê de siloganên "Dewleta Qatil dê hesab bide" û "Lîce li ber xwe bide Kadikoy bi te re ye", "Kesên Ethem kuştin kesên Sêwas şewitandin e" qîr kirin. Piştî meşê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.

QERS

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Qersê jî bi heman armancê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Qersê daxuyanî da çapemeniyê. Platformê di daxuyaniyê de pankarta "Me komkujiya 2'ê Tîrmeha 1993'an de ji jîr nekir û em ji bîr nakin" vekirin û navê kesên hatin qetilkirin hat xwendin. Rêveberên BDP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Înan Ercan, diyar kir ku ev komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin.