Li Stenbol û Mersînê 20 kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Mersînê di operasyonên qirkirina siyasî de 20 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Mersînê di operasyonên qirkirina siyasî de 20 kes hatin binçavkirin.
Rejîma AKP/Qesra Erdogan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne. Di vê çarçoveyê de li 12 navçeyên Stenbolê û li navçeya Tarsûs a Mersînê 20 kes hatin binçavkirin.
STENBOL
Li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Eyup, Gungoren, Fatîh, Kadikoy, Buyukçekmece, Sancaktepe, Sûltangazî, Sûltanbeylî, Umraniye û Tûzla yên Stenbolê, di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li kolana Vatan
Çend ji binçavkiriyan ev in: Ûgûr Moco, Semîh Aladag, Îhsan Sutçu, Mazlûm Korkmaz, Edîp Cemîloglû.
TARSÛS
Li taxên Gîrne û Şahîn ên li navçeya Tarsûs a Mersînê jî polîsan avêtin ser gelek malan. Hevseroka HDP'ê ya Tarsûsê Mehdiye Çîçekdag jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyên birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ev in: Mehdiye Çîçekdag, Huseyîn Çîçek, Edîp Nergîs, Hamdiye Kirici û keça wê.