Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş li hev civiyan

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa Îman Aksoy û Kazim Avci giran e.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş disa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya "Rûniştana F" di hefteya 413’an de berdewam bikin. Lê carek din polîsan destûr nedan ku xizmên girtiyan çalakiyê li Galatasarayê li dar bixin. Malbat û komisyona ÎHD'ê piştre çûn li pêş avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan wêneyên girtiyên nexweş hildan û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyê nexweş Îmam Aksoy serbest bê berdan" hildan. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îman Aksoy. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Taylan Bekîn, diyar kir ku her diçe li girtigehan binpêkirina mafan zêde dibe û ev yek îşkence ye û got, “Aksoy 52 salî ye. 24 sal in girtî ye. 19 salên xwe di bin tecrîdê de derbas kiriye. Aksoy, heta niha li Meletî, Yozgat, Tîpa F a Edirne û 3 salên dawî jî li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî ma. Divê Aksoy bi rêk û pêk dermanan bixwe. Êdî çavê wî nabîne. Bi talûkeya korbûnê re rû bi rû ye. Li gorî agahiya vasiyê wî beriya ku bê girtin tu nexweşiyên wî tunebû. Divê Aksoy berbest bê berdan."

ENQERE

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bi heman armancê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê dan çapemeniyê, Înîsiyatif di hefteya 285’an de kom bûn û bal kişandin ser rewşa Kazim Avci yê li Girtîgeha tîpa F a Hêmar 1 a Sîncanê.

Endama Destea Giştî ya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, axivî û diyar kir ku pirsgirêkên girtiyan her diçe zêde dibe, lê her ku diçe jî nayê dîtin û xwest  êdî pirsgirêkên girtiyên nexweş bên dîtin û girtî bên berdan. Çevîrmen, anî ziman ku li girtîgehan mirinê li ser girtiyan ferz dikin û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1’an a Sîncanê Kazım Avci hem temenê wî mezin e û hem nexweş e. Nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê pê re heye. Hêj 12 salî bû qezaya trênê derbas kir. Lingê wî yê çepê protez e. Heta niha du caran emeliyat bûye. Bijîşk diyar dikin ku nikarin cara sêyemîn emeliyat bikin. Divê Kazım Avci serbest bê berdan."