Li Stenbol û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Edeneyê gelek kesên ku girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto kirine, hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Edeneyê gelek kesên ku girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto kirine, hatin binçavkirin.
Li Stenbolê duh polîsan di saetên siharê de bi ser gelek malan de girtin. Parêzer Denîz Demîrdogen li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku hinceta binçavkirinê “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” e.