Li Stenbol û Îzmîrê 2 ciwan hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Stenbolê endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Mûhammed Unal û li Îzmîrê jî xwendekara Zanîngeha Hunerî ya Mîmar Sînan Beyza Bûldag destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Stenbolê endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Mûhammed Unal û li Îzmîrê jî xwendekara Zanîngeha Hunerî ya Mîmar Sînan Beyza Bûldag destgîr kirin.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûhammed Unal li mala xwe ya li Stenbolê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.
Unal bi hinceta parvekirinên li medya dîjîtal hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê.
Li Îzmîrê jî xwendekara Zanîngeha Unerî ya Mîmar Sînan û endama Rêxistina Ciwanan a Stenbolê ya Ciwanên Şoreşger a Sosyalîst Beyza Bûldag hate destgîrkirin.
Di serdegirtinê de ya li navçeya Bûcayê kompûter û telefona Bûldag hate destgîrkirin. Bi hinceta ku têkildarî çalakiyên protestoyî yên tayînkirina rektorê qeyûm koma WhatsAppê ava kiriye Bûldag hate destgîrkirin û li gorî agahiyan wê Bûldag bibin Stenbolê.