Li Solothûrnê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Komuna Jinê ya Pinar a Solothûrnê û Meclîsa Jinê ya Aaraûyê jin li qada 1'ê Gulanê li hev kom bûn û tundiya mêr şermezar kirin.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.
Çalakgeran têkildarî girîngiya 25'ê Mijdarê ya ji bo jinan belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.