Li Skenderûnê binpêkirina mafên girtiyan

ÎHD'ê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê mafên girtina tên binpêkirin. Li gorî rapora ÎHD'ê, êriş li rûmeta girtiyan tê kirin, wan nabin nexweşxaneyê û heqaret li wan tê kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Skenderûnê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîne li dar xist û têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê raporek eşkere kir.

Mehtap Sert di civînê de axivî û diyar kir ku wan 24'ê Hezîranê li girtîgehê Cebraîl Ancar, Îsmaîl Tanboga û Siddik Guler dîtine. Sert ragihand ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin, li ser piyan serjimartin li wan tê ferzkirin, bi nêzîkatiyên xwe hewl didin rûmeta girtiyan bişikînin, ji ber ku Kurd in nikarin bi hêsanî sûdê ji weşanê û axaftina bi telefonê werbigirin.

'NABIN NEXWEŞXANEYÊ'

Sert anî ziman ku girtiyan bi têrkerî nabin nexweşxaneyê û got, "Li girtîgehan dermankirin nabe, lewma kêzik gelekî zêde ne û rewşeke ku ji aliyê tenduristiyê ve nebaş heye. Girtiyan diyar kirin ku li koxûşên ji bo 3 kesan 6 kes dimînin. Serjimartin li ser piyan tê kirin."

Sert her wiha diyar kir ku girtî nikarin nameyan bişînin, bi nameyan an jî telefonê nikarin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin."