Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê, danê sibehê leşkeran avêtin ser gelek gundan. Di serdegirtinan de herî kêm 13 Kurdistanî hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên hemdemî de, li gundê Nerexê Emîn Kilinç, li bajarokê Gundikê Melê Şerîf Ozbek, Saît Sîdar, Osman Çîftçî, Mustafa Çîftçî û Hevserokê DBP'ê Osman Sîdar, li gundê Zorava Încîfe Îşlek, Sadik Îşlek û Pîjan Îşlek, li gundê Kenîsarê Nezîr Gerez û Eyup Gerez, li gundê Biryanê Abdulazîz Ecer û Alî Demîr hatin binçavkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkeran avêtine ser nêzî 50 malan û gelek welatî ne li malê xwe bûn.
Hat ragihandin ku leşkeran welatiyên binçav kirin birin 23. Fermandariya Tumenê ya Jendermeyan a Şirnexê.