Li Şirnex, Silopiya û Cizîrê dikan nehatin vekirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya duh a li Silopiyayê, li Şirnex, Silopiya û Cizîrê îro jî dikan nehatin vekirin.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya duh a li Silopiyayê, li Şirnex, Silopiya û Cizîrê îro jî dikan nehatin vekirin.
Li Şirnex û navçeyên Cizîr û Silopiyayê ku çalakî her lê tên lidarxistin, ji bilî dermanfiroşan ti dikan ne vekiriye.
Ji Şirnex û Silopiyayê, gelek kes ji bo tevlî merasîmên cenazeyên welatiyên duh ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin bibin, çûn Silopiyayê.