NÛ BÛ

Li Şirnex, Îzmîr û Erzîromê operasyonên qirkirina siyasî

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Îzmîr û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin, ku di nav de cîgirê Hevşaredaran û nûçegihanê DÎHA'yê jî hene.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, piştî êrîşên li hember reveberiya xweser, operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Çeteyên Qesrê avêtin ser gelek malên li taxên Dîcle, Başak û Barbarosê. Di serdegirtinan de nûçegihanê DÎHA'yê Sabahattîn Koyûncû û birayê wî Fîkret Koyûncû, tevî Cîgirê Havşedarên Navçeyê Ahmet Tolog, Mehmet Şavlûk, xebatkarê şaredariyê Ramazan Şayik û gelek kesên navên wan nehat hînbûn, hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Silopiyayê.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê. Di operasyonên li gelemperiya bajêr de polîsan avêtin ser gelek malên li Yamanlar û Bûcayê. Di encamê de Seroka ESP'ê ya Bajêr Ezgî Bahçecî, endamên ESP'ê Levent Akhan, Mehmet Polat, Ender Gurboga û Ozan Ogenler hatin binçavkirin. Wekî din tê gotin, polîs hîn li gelek kesan digerin ji bo wan binçav bikin.

ERZÎROM

Li navçeya Qereyazi ya Erzîromê jî di operasyonên siyasî yên di navbera 1 û 10'ê Tebaxê de 67 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 45 jê di demen cuda de serbest hatin berdan. Nûçegihanê DÎHA'yê Mehmet Arslan jî di nav de 10 kes hatibûn girtin. 12 kesên li Salona Sporê ya Palandoken dihatin rawestandin sewqî Edliyeya Erzîromê hatin kirin. Li Edliyê 4 kes serbest hatin berdan û 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 8 kes piştî derketin pêşberî dadger serbest hatin berdan.