Li Sirbistanê bi hezaran kesî Erdogan şermezar kirin
Li Sirbistanê bi hezaran kesî Erdogan şermezar kirin
Li Sirbistanê bi hezaran kesî Erdogan şermezar kirin
Gotinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan yên weke “Tirkiye Kosovaye, Kosova Tirkiye” nerazîbûna ji Belgradiyan zêde dibe. Roja Îniyê bi hezaran kesî Erdogan şermezar kirin.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ku di roja 23’ê Cotmehê de beşdarî vekirina Balefirgeha Priştinê bûyî ku axivîbû wiha gotibû: “ Kosova weke mala me ya duweme. Yame, em hemû zarokên vê coxrafiyayê ne. Tirkiye Kosova ye, Kosova jî Tirkiyeye. Bingehê helbesta merşa İstiklalê ji Kosovaye. Em qasî merşa İstiklalê nêzî hevîn.”
Serokê Sirbistanê Îvitsa Daciç ku nerazîbûn nîşanî van gotinên Erdogan kiribûn wiha gotibû: “Li dijî Sirbistanê provakasyonekî veşartiye.” Daviç ev jî diyar kir: “ Di Ewrûpaya moderen de tiştekî wiha çênabe. Bi vî şêwey têkiliyên di navbera Belgrad û Priştina de na kevine rewşekî normal de.”
Roja Îniyê li Belgradê li pêş bînaya parlamentoyê bi hezaran kes kom bibûn. Alikarê serokwezîr Aleksandar Vuçiç ku ji girseya li vir re axivî ji gotinên Erdogan re “skandalekî mezin” û got ku ew ji Tirkiyê lêborînê dixwazin. Vuçiç wiha jî got: “Erdogan ji şerê Balkan virde dizane ku Kosova ne Tirkiye ye.”