Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê ciwanên êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê şermezar kirin rêya Xabûr girtin, tevahiya şevê bi polîsan re pev çûn.
Li Silopiyayê di saetên şevê de ciwanên ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar bikin li taxên Barbaros, Yeşîltepe, Cûdî, Nûr û Yeşîltepe hatin gel hev çalakî pêk anîn.
Ciwanên rêya Xabûr li hatinçûnê girtin, kontrola nasnameyan pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiva êrîşa polîsan dan.
Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de tevahiya şevê berdewam kirin, di dema pevçûnan de dibistaneke li Taxa Barbaros hat şewitandin.