Li Sidney ji bo şehîdên aştiyê bîranîn
Li Sidney kesên di komkujiya Enqereyê jiyana xwe ji dest dan û wek “şehîdên aştiyê” hatin qebûlkirin hatin bîranîn.

Li bajarê Sidney ê Awûstralya, ji bo kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’a Sidney ve hat organîzekirin. Navenda Civaka Kurd a Sidney, Yekîtiya Demokratîk a Elewiyan, gelek nûnerên saziyan û gel tevlî bîranînê bûn.
Wêneyên şehîdên aştiyê bi qurnefîlan hatin xemilandin, li ber panoyê find hatin pêxistin û rêzgirtin pêk hat.
Strana "Ez şehîd im" jî ji aliyê hunermendên Kurd ve bê muzîk hat xwendin.
'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR EM XWEDÎ LI BÎRANÎNÊN WAN DERKEVIN'
Sekretera Giştî ya Egîtîm Sen Sakîne Esen Yilmaz bi rêya telefonê tevlî bîranîna ku dîmenên dema komkujiyê jî wek slayt hatin weşandin, bû, der barê rola dewletê ya di komkujiyê de agahî da.
Di bîranînê de peyama, “Têkoşîna hevpar nîşaneya dilsoziya bîranîna şehîdên aştiyê ne” hate dayîn, hate destnîşankirin ku wê têkoşîn bê pêşxistin.
Bîranîn bi xwendina peyamên saziyan bi dawî bû.