Li Seydîşehîrê girtî ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne
Girtiyên siyasî ku 18’ê Tebaxê bêyî malbatên wan ji Girtîgeha Tîpa T ya Wanê mişextî Girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîrê Konyayê kirin ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne.
Girtiyên siyasî ku 18’ê Tebaxê bêyî malbatên wan ji Girtîgeha Tîpa T ya Wanê mişextî Girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîrê Konyayê kirin ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ku bi îdîaya êşkence û tehdeyê tim tê rojevê girtiyên siyasî yên ku 18’ê Tebaxê mişextî Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê kirin ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne. 10 girtiyên siyasî ku di nav wan de Yilmaz Uçar, Ferhat Çaktu û Fesîh Tekîn jî hene, ji 24’ê Tebaxê ve di girêva birçîbûnê de ne. Ekîm Uçar 6’ê Îlonê birayê xwe Uçar ziyare kir û tiştên ku li girtîgehê dibin ragihand.
LI GIRTÎGEHÊ JI BER ZEXTAN DEST BI GIRÊVÊ KIRIN
Uçar diyar kir girtî bi daxwaza ku dawî li zexta li ser giriyan were û li dijî mişextkirina girtiyan dest bi girêva birçîbûnê kirine û got: ‘’Ji ber ku qedexeya axaftina bi telefonê heye û nahêlin em hev bibînin, roja duya ya cejnê em hîn bûn ku ketine girêva birçîbûnê ango piştî bi 13 rojan. Weke îro girêva birçîbûnê kete roja 16’an.’’
JI BO RAYA GIŞTÎ BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Uçar got li girtîgehê 10 girtiyên siyasî ketine girêva birçîbûnê û got: ‘’Problemên serşuştin, elektrîkê û avê hene. Êrîşa psîkolojîk li ser wan heye. Tim cezayê hicreyê didine wan.’’
Uçar got weke li leşkeriyê tekmîlên bi girtiyan didin û diyar kir li girtîgehê disîplîna leşkerî dixwazin ava bikin. Uçar diyar kir zexta li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li vir jî dewam dike û xwest ku raya giştî li girtiyan xwedî derbikeve.