Li Şêxmeqsûd êrîşên li ser YPG’ê hatin şermezar kirin
Li Şêxmeqsûd êrîşên li ser YPG’ê hatin şermezar kirin
Li Şêxmeqsûd êrîşên li ser YPG’ê hatin şermezar kirin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin ji bo şermezar kirina êrîşên li ser şervanên YPG᾿ê li Amûdê û hêzên asayîşê li Kobanê meşiyan. Di meşa ku ji aliyê Tevgera Civaka hatibû organîzekirin de dorpêçkirina Efrînê jî hate şermezarkirin.
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin ji bo şermezar kirina êrîşên li ser şervanên YPG᾿ê li Amûdê û hêzên asayîşê li Kobanê meşiyan. Di meşa ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatibû organîzekirin de dorpêçkirina Efrînê jî hate şermezarkirin. Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûd bi rêzgirtinê destpê kir. Meşvanên ku bê navber sloganên dilsoziya bi YPG’ê, Efrîn û asayîşê qîr kirin heta dawiya kolana 15’an meşiyan. Her wiha meşvanan pankartên ku li ser nivîsîbûn “Na ji bo îxanet û çetetiyê”, “Em dê bi yek destî li dijî çeteyan derkevin” û “Êrîşa li ser YPG’ê û Asayîşê li dijî îradeya hemû gelê Kurd e.”, vekirin.
Piştre meş veguherî mitîngê. Di dawiya mitîngê de Endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zagros axivî. Zagros, bal kişand ser hesasiyeta rewşa li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir. Zagros êrîşên li Amûdê û Kobanê li ser YPG’ê û asayîşê şermezar kir.
Endamê komîteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd li Sûriyeyê û da zanîn ku, planên qirêj li dijî destkeftiyên gelê Kurd tên lidar xistin û got: “Bi saya xwîna şehîdan me destkeftiyên xwe bidest xistine.”
Meşvanan bi sloganan dawî li çalakiya xwe anîn.