Li Sêwasê gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê da

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Sêwasê li Banazê starta hilbijartinê da. Namzetan bang li Elewiyan kir û wiha gotin; “Werin, em bi hev re têbikoşin.”

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Sêwasê Riza Kahraman û Huseyîn Ozan serdana Ziyareta Topûzlû Baba yê li Banaz a Sêwasê ku warê Pîr Sûltan Abdal e kirin.

Namzet Riza Kahraman wiha got; “Li Sêwas û Koçgiriyê bi rûhê seferberiyê em kar dikin. Gel eleqeyek gelek mezin nîşanî HDP’ê dide.”

Kahraman di dewama axaftina xwe de wiha got; “Bi rûhê seferberiyê li Sêwas û Koçgiriyê em kar dikin. Em ê nîzama yezîd xira bikin, em ê Serçeşmeya xwe bigrin. Bila baweriya we bi namzetên me were, girseyeke zêde ku piştgiriyê dide partiya me HDP’ê heye. Li warê Pîr Sûltan ez bang li Elewiyan dikim; Werin, em bi he vre têbikoşin.”