Li Sêwasê faşîstan hewldan ku xwendekarên Kurd lînç bikin
Li Sêwasê koma ku faşîst beşdarî merasîma mezûnyeta Zanîngeha Cûmhûryetê bûn, hewldan ku xwendekarên di Fakûlteya Tendirûstiyê de di ezmûnan de bûn, lînç bikin.

Komek faşîst beşdarî merasîma mezûnyeta Zanîngeha Cûmhûryet a Sêwasê bûn, piştî merasîma mezûnyetê hatin pêşiya avahiya Fakûlteya Tendirûstiyê ya ku hê jî ezmûnê fînalê mabû, êrîşî 20 xwendekarên Kurd ên ku di hindir de bûn kirin û xwestin lînç bikin. Xwendekarên Kurd di hindir de asê man, koma nijatperest jî şibakeyên dibistanê şikandin. Polîsên ku li aliyê din ên koma nîjatperest a ku êrîşî xwendekarên Kurd dikirin dun, mûdaxeleyî lînçkirinê nekirin tênê mêze kirin.
Piştî demekê xwendekar bi alîkariya polîsan ji dibistanê hatin derxistin û şandin malên wan. Li Sêwasê aloziya ku ji ber hewldana lînçkirina xwendekarên Kurd derketî, dewam dikin.