Li Sêrtê leşkerekî 3 hevalên xwe kuşt

Li Sêrtê leşkerekî 3 hevalên xwe kuşt

Li navçeya Berwariyê ya Sêrtê leşkerekî hevalên xwe da ber guleyan û piştre xwest xwe bikuje. Di bûyerê de 3 leşker mirin. 

Li Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a Îgnelî ya Berwariya Sêrtê leşkerekî bi çeka G-3 leşkerên hundirê qereqolê da ber guleyan. Di gulebaranê de de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Leşkerê ku hevalên xwe da ber guleyan piştre xwest xwe jî bikuje.

Leşkerê ku çalakî pêk anî û birîndar bû rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Sêrtê. Doktoran diyar kir ku hê jiyana leşker de qetereyê de ye. Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin, daxuyanî da û diyar kir ku 3 leşkeran di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.