Li Şerîda Gazzeyê 10 teqîn pêk hatin

Li Şerîda Gazzeyê 10 teqîn pêk hatin

Li Şerîda Gazzeyê li dijî malên rêveberên El Fetîh êrîşên bombeyî pêk hatin. Li dijî xanî û wesayîtên El Fetîh nêzî 10 êrîş pêk hatin û di êrîşan de windahiya can çênebû.

Di saetên sibê de li dijî xanî û wesayîtên rêveberên rêxistina El Fetîh y Filistînê êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de windahiyên can çênebûn, lê gelek mal û wesayîtan xesarên cidî dît.

Lîderê El Fetîh Mahmut Abbas êrîş şermerzar kir û diyar kir ku der barê armanca êrîşê de tu agahî negirtine. Lê ev êrîşên pêk hatin serdana serokê Filistînê Ramî Hamdallah ya ji bo Şerîda Gazeyê betal kir.