Li Serêkaniyê piştperdeya êrîşan

Li Serêkaniyê piştperdeya êrîşan

Li Serêkaniyê ku di meha mijdarê de pevçûnên diwar dest pê kiribû, rewşa wê dê çawa be tê mereqkirin. Em jî çûn Serêkaniyê û me xwest tiştên piştperdeyê ji we re ragihînin.

Li Serêkaniyê êrîşên li dijî gelan ku dixwazin pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk ava bikin kete meha sêyemîn.  Êrîşa li hemberî Serêkaniyê di carekê de derketin û tê dîtin ku ev êrîşan e yên komên çekdar yên navnetewî ne. Armanc jî bajarên Rojava yên ku kurd bi  gelên din re lê dijî desteser bikin û pergala xweseriya demokratîk ji holê rabikin. Du roj berê li taxa Eşrefiya ya kurdan a Helebê êrîş pêk hat û nîşan dide ku ev plan li navendek hevpar hatine amadekirin û tên pêkanîn. Lê çima ev plan li Serêkaniyê xistin meriyetê?

ÊRÎŞ BI ÊRÎŞÊN EMBARGOYA ABORÎ DEST PÊ KIR

 Êrîşên li ser Rojava dest pê kirin, bi ambargoya ku bi awayekî fîîlî ji aliyê hêzên navnetewî, Tirkiye, dewleta Sûriyeyê, Artêşa Azad a Suriyeyê re dest pê kir. Piştre jî komên çete  yên çekdar çûn Serêkaniyê. Îtîfaqa qirêj piştî berxwedana YPG’ê li her derê xwe daye hîskirin.  Bi pêkanîna ambargoya aborî  armanc ev bû ku gelê Rojava ceza bikin û li hemberî saziyên ku bi pergala xwe avakirine bê bawerî bihêlin. Gelê Rojava bi  berxwendaneke mezin bersiv da.

 Êrîşên li Serêkaniyê û yên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ya Helbê bi hev re dest pê kir. Hêzên dewleta Suriyeyê, di bin navê hêzên Artêşa Azad de  taxên kurd bombebaran kirin. Komkujî pêk hatin. Li wan taxan hêzên girêdayê Artêşa Azad tune bû. Kurdan jî bi yekineyên xwe yên parastina gel xwe diparastin.

3 ROJ ŞÛNDE ÊRÎŞKIRIN

Vekişîna hêzên Artêşa Azad a ji Helebê û bicihbûna wan ya Serêkaniyê armanca wan nîşan da. Roja ku çûn Serêkaniyê bi nûnerên gel re hevdîtin kirin. Berpirsê komê diyar kir ku ew ne ku bi kurdan re şer bikin, ji bo li hêzên dewletê bixin ketine wir. Rayedarên Serêkaniyê dibêjin hêzên dewletê li vir tune ne û gotin çuyîna wir ne raste. Piştî 3 rojan şûnde di 11’ê mijdarê de êrîşên kurdên taxa Muxaberatê kirin.

Armanceke van koman hebû; bi piştgiriya Tirkiyeyê şer bibin Kurdistanê  yanî rojva.  Ji ber ku şerê Suriyeyê du sal li pey xwe hiştibû.  Lê li Rojava gel bi derfetên xwe pergala xwe ava kiribûn.

Li Rojava cihekî stratejîk yê Serêkaniyê hebû.  Li Serêkaniyê pir çandî û netewî hebû.  Di nav de kurd, ermenî, suryanî, Asurî, çeçen, tirkmen û ereb hebûn.  Hevkariya van gelan darbe li projeyên Tirkiyeyê û hêzên derve dixsit.

Armanceke din ya li Serêkaniyê bi cih bûn; di navbera kurd û ereban de pevçûn derxistin bû.  hêzên Artêşa Azad bi propagandaya reşkirina kurdan xwestin dijminatiya li hember kurdan biafirînin.

ARMANC DESTESERKIRINA PETROLÊ BÛ

Êrîşên dawî yên li Serêkaniyê, piştî  dorpêçkirina Gir Zîro ya ji aliyê Hêzên YPG’ê ve, hêzên navnetewî armancên xwe yên pişt vê planê derxist holê.  Gir Zîro gundekî girêdayê bajaroka Girkê Legê ya girêdayê Rojava ye. Xwedî taybetiyeke stratejîke.  Gir Zîrokê cihên ku petrol jê derdikeve ye.  Ger  tesîsên Gir Zîro tune be tu wateya  petrola li Rumeylan çêdike tune.  Piştî YPG’ê Gir Zîro desteser kir hêzên navnetewî ketin nava hewldanan.

RI CIVÎNA RIHAYÊ DE PLANA ÊRÎŞÊ AMADE KIRIN

Ji bo ev plan bikevin meriyetê  mehek berê li Rihayê civînek pêk hat û welat û hêzên dê rol ji bo wan bihata dayîn hatin diyarkirin. Kordînatoriya planê Tirkiyeyê kir.  her wiha komên çekdar yên çete  jî dê êrîş pêk bianiya.  Li piştperdeya vê jî hêzên kontra yên Tirkiyeyê dê cih bigirta.  Di şerê 15 rojan yên Serêkaniyê de hêzên YPG’ê belge desteserkirin û nasnameya endamên tirk ev rastî îsbat dikir.

Beriya serê salê nûnerên taybet yê NY Axdar Brahîmê bi rayedarên Suriyeyê re gelek hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan bi Rusyayê û hin welatên din re hevdîtin kir. Ddi van hevdîtinan de di hin mijaran de peyman hatin kirin û ev ji raya giştî re aşkera kirin. Lê mijara esas ya lihevkirin zêdetir di rayagiştî de nehat nîşan da. Ev jî wisa dixuyê  ku ji hin komên çekdar piştgirî hate qutkirin. Sedemeke din ya ku êrîşên Serêkaniyê pêk hat ev bû.

LI SERÊKANIYÊ BERBI KOMKUJIYA HELEBÊ

Ligel ku hêj pevçûnên Serêkaniyê bi dawî nebibûn, balafirên rejîma Baas li Helebê taxên kurd bi top û hawan bombebaran kir.  van êrîşan ku dema mijar dibû kurd û qezencên kurdan careke din nîşan dida ku di ecama îtîfaqekî de pêk hatiye. Lê niha kurd bi her du aliyan re di pevçûnê de ye.  yanî di esasê de mirov dikarin bêjin ku bi plana navnetewî hatiye vê astê.  Lê ev komkujî jî parçeyeke vê planê ye.