Li Serêkaniyê de 11 çekdarên Cebhet Elnesra hatin kuştin
Li Serêkaniyê de 11 çekdarên Cebhet Elnesra hatin kuştin
Li Serêkaniyê de 11 çekdarên Cebhet Elnesra hatin kuştin
Navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encama pevçûnê di navbera wan û komên çekdar yên ku êrîşî benda kontrolê ya ser rêya Tilxelefê kirbûn û pevçûnên li taxa Mehetê ya bajarê Serêkaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Navenda ragihandinê ya YPG’ê emcama pevçûnên li bajarê Serêkaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Navanda ragihaninê eşkere kir ku di pevçûnan de 11 endamê Cebhet Elnesra hatine guştin û 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe jides dane.
Di daxwiyaniyê tê gotin: "Komeke çekdar bi alîkariya Cebhet Elnesra duh êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê li rêya Tilxelefê 3km rojavayî bajarê Serêkaniyê kirin, di encama bersivdayînê de şervanên YPG’ê de 4 ji endamên komê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."
Daxiyanî wiha berdewam dike: "Komên çekdar yên Cebhet Elnesra, êrîşî taxa Elmehetê ya Srêkaniyê kirin, di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de, 7 çekdar hatin kuştin û yên din ji koma çekdar reviyan.
Navenda ragihandinê diyar kir ku Encama dawî ya pevçûnan 11 ji endamên komên çekdar hatin kuştin, koma Lîwa Dir,Elmuslimîn ji benzînxaneya Meter hatin derxistin, her wiha rokêtavêjek, makîneyeke doşkayan û makîneyeke Cêb, hatin roxandin. Niha rêya Tilxelef û Serêkaniyê bi temamî di bin kontrola YPG’ê de ye.